Kurdistan24
Nivîskar
Li Şirnexê Tevgera Leşkerî zêde dibe
konvoyeke leşkerî ku ji 30 otombîlên leşkerî pêk dihat ligel otombîlên şîfretêkder, ji aliyê Cizîrê ve gehişte Şirnexê
K24 - Şinex
Artêşa Tirkiyê bi hinceta ewlekariyê û operasyonên dijî PKKê hejmareke zêde ya tank û otomobîlên leşkerî veguhestin bajarê Şirnexê.
Artêşa Tirkiyê Duh 29 Cotmehê konvoyeke leşkerî ku ji 30 otombîlên leşkerî pêk dihat ligel otombîlên şîfretêkder, ji aliyê Cizîrê ve gehişte Şirnexê û derbasî 23emîn Fermanderiya Sînor a Cendermeyan bû.
Artêşa Tirkiyê di van demên dawiyê de hêza xwe ya leşkerî li Bakurê Kurdistanê zêde dike. Tê pêşbînî kirin ku piştre dê ew tank û otombîl li binkeyên leşkerî yên navçeyê bên belav kirin.
berî çend rojan jî hêzeke din a leşkerî bo heman bajarî hatibû veguhestin ku ji 50 otombîlan pêk dihat.