Li Kerkûkê bi dehan mayîn diteqin

Li parêzgeha Kerkûkê bi dehan mayînên ku çekdarên DAIŞê çandibûn, teqiyan.

Li Kerkûkê bi dehan mayîn diteqin
Li Kerkûkê bi dehan mayîn diteqin

K24- Kerkûk

Li parêzgeha Kerkûkê bi dehan mayînên ku çekdarên DAIŞê çandibûn, teqiyan.

Peyamnêrê K24 li Kerkûkê diyar kir ku, rêjeyeke zêde ya baranê li sînorî wê parêzgehê bariye, li hin cihan jî lehî rabûye.

Li her du qezayên Daqûq (35KM başûr) û Xurmatû (75KM başûr), lehiyê bi dehan mayîn teqandin.

Dema rizgarkirina wan navçeyan ji aliyê Pêşmergeyan ve, çekdarên DAIŞê bi dehan mayînên çandî li pey xwe hiştibûn.

Peyamnêrê me tekez kir ku, ti ziyaneke mirovî ji encama teqîna wan mayînan neketine.