Kurdistan24
Nivîskar
Dadgeha Texasê di berjewendiya Kurdistanê de biryarê dide
Dadgeha Texasê dozeke Iraqê red dike û biryarê di berjwendiya Herêma Kurdistanê de dide
K24- Navenda Nûçeyan
Dadgeha Texasê dozeke Iraqê red dike û biryarê di berjwendiya Herêma Kurdistanê de dide.
Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Herêma Kurdistanê li ser malpera xwe ya fermî duh, 29ê Cotmehê, belav kir ku, doza ku hikûmeta Iraqê li dijî wan vekiribû, hat redkirin.
Sala borî, wek nerazîbûnekê li ser şandina petrolê bi awayekî serbixwe ji aliyê Herêma Kurdistanê ve, hikûmeta Bexdayê li dadgeha Texasê dozek vekiribû.
Di daxuyaniya wezaretê de hatiye ku, piştî ku dadgeha Texasê biryar di berjewendiya Herêma Kurdistanê de da, niha ti astengek yasayî li pêş hinartina petrolê bi awayekî serbixwe nemaye.
Ji 14ê Hezîrana borî ve, Hikûmeta Herêma Kurdistanê dest bi şandina petrola xwe bi awayekî serbixwe kiriye.
Li gor amarên fermî, niha asta hinartina petrolê rojane 650 hezar bermîl e.