Rûsya hemahengiya leşekerî ligel Amerîka “pêwîst” dibîne

hemahengiyê di navbera hêzên her du aliyan de bihêztir dike.

   Rûsya hemahengiya leşekerî ligel Amerîka “pêwîst” dibîne
Rûsya hemahengiya leşekerî ligel Amerîka “pêwîst” dibîne

 

K24-Navenda Nûçeyan

Rûsya radgehîne ku şandina hêzeke Amerîkî bo Sûriyê dê hemahengiyê di navbera hêzên her du aliyan de bihêztir bike.

Amerîkayê duh, 30ê Cotmehê, ragehandibû ku dê hêzeke taybet bişîne Sûriyê.

Wezîrê Derve yê Rûsyayê, Sergey Lavrov duh, 30 Cotmehê, ragehand ku ne welatê wî û ne jî Amerîka dixwazin milmilaneya li Sûriyê bibie şerê bi “wekalet”, diyar kir ku şandina hêza Amerîkayê dê hemahengiyê di navbera her du hêzan de zîde bike.

Ji aliylê xwe ve Wezîrê Bergiriya Amerîkayê, Ashton Carter ragehandibû ku eger ew hêz hate şandin dê ew rastî metirsiyê bibe.

Lavrov da zanîn ku gotûbêjên li ser krîza Sûriyê di navbera welatên pêwendîdar de berdewam bin.

Ji aliyeke din ve Lavrov tekez kir ku ew dê li ser şerê grûpên radîkal berdewam bin.

Ji 30ê Îlona borî ve, Rûsyayê dest bi operasyonên esmanî li dijî “terorîstan” li Sûriyê kiriye, Amerîka jî bi cave gunmanê li wê destêwerdanê dinêre.

Kongreya Veinnayê ya ku duh, 30ê cotmehê derbarê dîtina çareseriyeke siyasî ji Sûriyê  bi rêveçû .

tê çaverêkirin ku  kongreya Veinnayê heta du heftiya civînên du alî û  sê alî bi domin

herwiha tê pêşbînî kirin ku li ser demeke veguhêz bi mawa 6 mehan dirêj bike, piştre jî hilbijartinin giştî çê bibin.