Firokeyek bazirganî ya Rûsî li Misrê ket: 224 kes tê de bûn

firoke ji curê (Airbus 321) bû

Firokeyek bazirganî ya Rûsî li Misrê ket: 224 kes tê de bûn
Firokeyek bazirganî ya Rûsî li Misrê ket: 224 kes tê de bûn

 

K24-Navenda Nûçeyan

Firokeyeke bazirganî ya Rûsî li Sînaya Misrê ket xwarê û 224 kesên tê de bûn.

Çavkaniyekê ji asyişa Misrê di daxuyaniyekê de îro, 31ê Cotmehê, ragehand ku firokeyeke  bazirganî ya Rûsî ji cura (Airbus) li sînorê bajarê Sîna ketiye xwarê û ambulancên hewarçûnê ber bi cihê ketina firokeyê ve çûne.

Desteya Firînê ya Rûsyayê di daxiyaniyekê de piştrast kir ku ew firoke ji cura (Airbus 321) bû û 224 kes tê de bûn, herwiha diyar kir ku piştî 23 xulekan pêwendî bi firokeyên hatibû birîn.

Ajansên Rûsî belav kiriye jî ku, ji hejmara 224 kesan, 217 rêwî bûn û 7ên din tîma firokeyê bûn.

Desteya firînê da zanîn ku ew firoke ji firokexanya Şerim el-Şêx ber bi firokexaneya Saintbitrsburgê ve difiriya.

Heta niha nehatiye zanîn jî bu ti kes ji 224 kes di firokeyê de rizgar bûne yan na.