Ji encama bombebaranê 300 kes li Şamê bûn qurbanî

bi 12 rokêtan bajarê Dûmayê (15KM rojhilata Şamê) bombebaran kirine.

Ji encama bombebaranê 300 kes li Şamê bûn qurbanî
Ji encama bombebaranê 300 kes li Şamê bûn qurbanî

 

K24- Navenda Nûçeyan

 

firokeyên rejîma Sûriyê bajarê Dûmayê bomberan dikin, di encam de 90 kes tê kuştin û 200 ên din birîndar dibin.

Rewangeha Sûrî ya Mafê Mirovan duh, 30ê Cotmhehê, ragehand ku rejîma Sûriyê bi 12 rokêtan bajarê Dûmayê (15KM rojhilata Şamê) bombebaran kirine.

Rewangehê da zanîn ku di encama wê êrîşê de 90 kes hatin kuştin û zêdetir ji 200 kesên din birîndarin û birîna gelek ji wan dijware.

Ew bombebaran di demekê de birêve diçû ku, wezîrên derv eyên 17 welatan û Neteweyên Yekbûyî û Yekîtiya Ewropayê li Viennayê pirsa dîtina çareseriyekê ji krîza Sûriyê re, gotûbêj dikirin.