Kurdistan24
Nivîskar
Li Îlamê 3 welatiyan ji ber lehiyê jiyanên xwe jidest dane
ji ber barîna bareneke bihêz di du rojên dawî de û hatina lehiyê 3 welatiyan jiyanên xwe jidest dan, herwiha 20 hezar xanî jî di bin lehiyê de man.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li Îlamê ya Rojhilatê Kurdistanê ji ber barîna baranê û lehiyan 3 welatiyan jiyanên xwe jidest dane, 20 hezar xanî jî di bin lehiyê de mane.
Li bajarê Îlamê ya Rojhilatê Kurdistanê ji ber barîna bareneke bihêz di du rojên dawî de û hatina lehiyê 3 welatiyan jiyanên xwe jidest dan, herwiha 20 hezar xanî jî di bin lehiyê de man.
Li gor zanyariyên K24ê ku, ji ber ku lehiyeke zêde rabûye, gelek rê û kolan di bin avê de mane, ku bi deh hezaran kes derbider bûne.
Herwiha nîvê xelkê Îlamê ji xwarin û av û kehrebe pêwîstiyên jiyanê bêpar mane, û ziyaneke madî ya mezin gihêştiye wî bajarî.