Kurdistan24
Nivîskar
Bandora Hilbijartinan a li ser Aboriya Tirkiyeyê
di aboriya Tirkiyeyê de pirsgirêkên mezin rû da
K24- Bakurê Kurdistanê
Di 1ê Mijdarê de Tirkiye careke din diçe ser sindoqan. Gelo heger car din hikûmet neyê damezrandin wê bandoreke çawa li ser aboriya Tirkiyeyê bibe ?
Aborînas dibêjin encamên hilbijartinan bandoreke berbiçav li ser aboriyê nake.
Gelo qeyrana aborî a li Tirkiyeyê piştî hilbijartinên dubarekirî wê bigihêje ku Aborînasan bandora hilbijartinan a li ser aboriyê nirxandin.
Aborînas bandora hilbijartinan li ser aboriya Tirkiyê îro, 31ê Cotmehê anîn ziman.
Aborînas Mustafa Durmuş dibêje qeyrana niha li Tirkiyê heye ji ber siyasetên demdirêj ên AKP'ê ye ne ji ber nebûna hikûmetê ye û got: "Qeyrana Aborî a li Tirkiyeyê heye, ji ber sîstema şaş a aboriyê ye. Ango ev siyaset ev e 13 sal in AKP dişopîne dibe sedema qeyranê, ji ber vê yekê, ji bu qeyrana li Tirkiyeyê bi dawî bibe, divê lihevkirineke xurt a civakî pêk were, ango divê opozîşyon baş bixebite."
Erdan Tanas Karagöl jî dibêje hebûna qeyrana aborî ne bi tenê ji ber nebûna hikûmetê ye lê heger qeyrana siyasî ji holê rabe wê aborî bi pêş bikeve û da zanîn ku: "Li Tirkiyeyê nirxa Dolaran li gorî pereyê Tirkiyeyê bilind dibe, hewceye dervefirotin jî zêde bibe lê belê zêde nabe.
Li welatên cîran, li herêma me, li Ewropayê hêj pirsgirêka aborî ji holê ranebûye, Ev yek jî bi awayekî bandorê li ser hejmarên dervefirotin û dervekirînê dike."
Di encama hilbijartinên 7'ê Hezîranê de tu partiya têra ku bi tena serê xwe hikûmetê ava bike deng wernegirtibû, ji ber wê yekê hewldan hat dayîn ku hikûmeteke hevpeymanî were damezrandin, lê belê ti encam ji wan hewldanan derneketin.
Di wê prosesê de jî di aboriya Tirkiyeyê de pirsgirêkên mezin rû da, lê belê aborînas li ser wê yekê guman kirin ku qeyrana li Tirkiyeyê heye ne ji ber encamên hilbijartinan e.