YPG: Êrîşên Tirkiyê li dijî me berdewam in

artêşa Tirkiyê berdewam e di êrîşê xwe li ser wan de.

YPG: Êrîşên Tirkiyê li dijî me berdewam in
YPG: Êrîşên Tirkiyê li dijî me berdewam in

K24- Navenda Nûçeyan

Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ragehand ku, artêşa Tirkiyê berdewam e di êrîşê xwe li ser wan de.

Navenda Ragehandin û Çapemeniyê ya YPG, di daxuyaniyekê de îro 31ê Cotmehê, diyar kir ku, artêşa Tirkiyê êrîşeke din li Girê Spî biriye ser pêgehên wan.

Li gor daxuyaniyê, bi şevê di navbera “demjimêr 22:10 û demjimêr 22:40” de, artêşa Tirkiyê bi çekê ji cure (A4) êrîşî pêgehên wan ên li navçeya Zeytûn a rojavayê Girê Spî.

Beriya niha Serokwezîrê Tirkiyê gotibû ku, wan di vê mehê de 2 êrîş li dijî pêgehên YPG li nêzîk Girê Spî kirine.

Serokomarê Tirkiyê, Recep Teyip Erdogan jî gef li YPG xwaribûn.