Dengderên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê diçin ser sendoqan

Prose ji demjimêr 08:00 heta demjimêr 05:00an berdewam dibe

Dengderên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê diçin ser sendoqan
Dengderên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê diçin ser sendoqan

K24- Navenda Nûçeyan

Welatiyên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê diçin ser sindoqan, bo hilbijartina Kabîneya Heyama 26an.

Îro 1ê Mijdarê demijmêr 08.00 (bi dema Tirkiyê) dengdan dest pê dike û di demjimêr 5an da jî bi dawî dibe.

Bi tevahî 175 hezar û 6 sindoq hatine danîn û ji wan 358 dê li girtîgehan bin. Hejmara dengderan jî  54 milyon û 49 hezar û 940 e.

Di hilbijartinê de 16 partî dikevin pêşbirkeyê. Tê çaverêkirin ku li Bakurê Kurdistanê pêşbazî zêdetir di navbera AK Partî û Partiya Demokratîk a Gelan HDP û li bajarên din ên Tirkiyê jî di navbera AK Partî  û CHPê de derbas bibe.

Dema ku demjimêra bidawîbûnê biqede û hinek kes ji bo dengdanê hê di rêzê de bin, serokê komîteya sindoqê ew ê dengderan bijmêre û nasnameya wan ji wan bistînê û piştre dengê xwe bidin.