Kurdistan24
Nivîskar
PDK ji dengên HDP bi “hêvî” ye û YNK bi “tirs” e
Serkirdeyekî YNK metirsiya xwe ji wê yekê tîne ziman ku, encamên hilbijartinan HDp ji milmilaneya siyasî dûrbixe.
K24- Hewlêr
Aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê, hilbijartinên Tirkiyê dinirxînin, PDK radigehîne ku dê bandora encaman li ser Hewlêrê nebe, serkirdeyekî YNK jî dibêje: “Metirsî heye AKP bi tena xwe bibe desthilatdar.”
Hilbijartinên Tirkiyê serê sibeha îro, 1ê Mijdarê, dest pê kir, dê proseya dengdanê jî heta demjimêr 05:00an berdewam bike.
Berpirsê Pêwendiyên Derve yê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK), Hêmin Hewramî red dike ku, encama hilbijartinan bandorê li ser pêwendiyên Herêma Kurdistan û Tirkiyê bike.
Hêmin Hewramî ji K24 re got: “Encam her çawa be, em dibînin ku baş e biraderên HDP beşdarî hikûmetê bibin, ji bo ku li gor peyrew û programê pirsgirêka Kurd li Bakurê Kurdistanê çareser bikin û proseya aştiyê ser bixin û pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê de baştir bikin.”
Di hilbijartinên 7ê Hezîrana borî de, Partiya Dada û Geşepêdanê (AKP) nikarîbû bi tena serê hikûmetê ava bike, Partiya Demokratîka a Gelan (HDP) jî benda ji sedî 10 derbas kiribû.
Endamê Polîtbîroya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), Ednan Muftî, metirsiya xwe ji wê yekê anî ziman ku, encamên hilbijartina HDP ji milmilaneya siyasî dûr bixe.
Muftî taybet ji K24 re got: “Metirsiyeke mezin heye ku HDP û partiyên din dengên kêm bikin û AKP bi tena xwe hukim bike.”
Di van hilbijartinan de 175 hezar û 6 sindoq hatine danîn. Hejmara dengderan jî 54 milyon û 49 hezar û 940 e û 16 parî ketine pêşbirkeyê.