Evîn Şikakî
Reporter
Hewldanên kontrolkirina “Kolerayê” li Iraqê berdewamin
di nav de jî Herêma Kurdistanê dest pê bike.
K24-Navenda Nûçeyan
Rêxstina Tenduristiya Cîhanî radgehîne ku ew dê “kampaniyayeke xweparastinê” bo kontrolkirina nexweşiya Kolerayê li nav kampên penaberan li Iraqê û di nav de jî Herêma Kurdistanê dest pê bike.
Di daxuyaniyekê de Berdevka Rêxistina Tenduristiya Cîhanî, Fedîle el-Şayib duh, 31ê Cotmehê, ragehand ku nîv milyon vaksîn bo kontrolkirina nexweşiya Kolerayê gehiştine Iraqê û biryare sibe Duşembê kampaniyayek bo kontrolkirina wê nexweşiyê li nav kampên penaberan li Iraqê dest pê bike.
Biryar e ew kampaniya, kampên derbiderên Iraqê yên li Herêma Kurdistanê jî vegire.
Piştî belavbûna nexweşiya Kolerayê li hinek bajar û navçeyên Iraqê, nexweşî derbasî Herêma Kurdistanê jî bû.
El-Şayib da zanîn ku nêzîkî 600 hezar libên (hep) derman ê Kilor li nav kampên penaberan hatine parvekirin û diyar kir jî ku dê 255 hezar penaber rojane du vaksînan werbigrin.
Nexweşiya Kolêra bi rêya ava pîs û neşûştina keskatiyê belav dibe.
Heta niha zêdetir ji hezar û 800 kes li seranserî Iraqê bi wê nexweşiyê ketine ji wan jî 40 kesan jiyana xwe ji dest dane.