Hewldanên kontrolkirina “Kolerayê” li Iraqê berdewamin

di nav de jî Herêma Kurdistanê dest pê bike.

   Hewldanên kontrolkirina “Kolerayê” li Iraqê berdewamin
Hewldanên kontrolkirina “Kolerayê” li Iraqê berdewamin

 

K24-Navenda Nûçeyan

Rêxstina Tenduristiya Cîhanî  radgehîne  ku ew dê “kampaniyayeke xweparastinê” bo kontrolkirina nexweşiya Kolerayê li nav kampên penaberan li Iraqê û di nav de jî Herêma Kurdistanê dest pê bike.

Di daxuyaniyekê de Berdevka Rêxistina Tenduristiya Cîhanî, Fedîle el-Şayib duh, 31ê Cotmehê, ragehand ku nîv milyon vaksîn bo kontrolkirina nexweşiya Kolerayê gehiştine Iraqê û biryare sibe Duşembê kampaniyayek bo kontrolkirina  wê nexweşiyê li nav kampên penaberan li Iraqê dest pê bike.

Biryar e ew kampaniya, kampên derbiderên Iraqê yên li Herêma Kurdistanê jî vegire.

Piştî belavbûna nexweşiya Kolerayê li hinek bajar û navçeyên Iraqê, nexweşî derbasî Herêma  Kurdistanê jî bû.

El-Şayib da zanîn ku nêzîkî 600 hezar libên (hep) derman ê Kilor li nav kampên penaberan hatine parvekirin û diyar kir jî ku dê 255 hezar penaber rojane du vaksînan werbigrin.

Nexweşiya Kolêra bi rêya ava pîs û neşûştina keskatiyê belav dibe.

Heta niha zêdetir ji hezar û 800 kes li seranserî Iraqê bi wê nexweşiyê ketine ji wan jî 40 kesan jiyana xwe ji dest dane.