Kurdistan24
Nivîskar
YNK: PDK merc daniye ku divê Goran daxwaza lêborînê bike
Aliyên Îslamî hewla navbênkariya PDK û Tevgera Goranê dikin.
Sehên Muftî- Hewlêr
Serkirdeyekî YNK dibêje, PDK dawî bi her rêkeftineke siyasî ligel Tevgera Goranê kiriye. Aliyên Îslamî jî navbênkariyê dikin.
Piştî biryara Partiya Demokrata Kurdistanê bi dûrxistina wezîrên tevgera Goranê ji kabîneya 8em a Hikûmeta Herêma Kurdistanê, niha aloziyeke zêde katiye navbera her du aliyan de.
Endamê Poltîbîroya Komela Islamî ya Kurdistanê, Ebdulsetar Mecîd ji K24 re got ku, ew niha hewldanên xwe dikin ji rewşa navbera PDK û Goranê vegerênin wek berê. Lê serkirdeyekî YNK diyar dike ku, PDK merc li pêş Goranê danane.
Endamê Polîroya YNK, Ednan Muftî, di daxuyaniyekê taybet de ji K24 re ragehand ku “PDK dawî bi her rêkeftineke siyasî ligel Goranê aniye, lê ji bo dest pê kirina gotûbêjan ligel Goranê, mercê serekî (yê PDK) ew e ku Goran daxwaza lêborînê bike.”
Muftî da zanîn jî ku, PDK “Tevgera Goranê bi kûrtirkirina aloziyan tohmetbar dike.”
Roja 12ê Cotmehê, rêgirî li Serokê Parlementoya Kurdistanê, Yûsfi Mihemed, (k user bi Goranê ve ye) hat kirin ku derbasî Hewlêrê bibe.
Goranê ew hewldana bi “kodeta ji aliyê PDK ve” binav kir, di beramber de PDK, Tevgera Goranê bi “têkde” da zanîn.