Qeyikeke penaberan binav dibe, 4 kes dixeniqin

Qeyikeke penaberan li nêzîkî qeraxên Tirkiyê ji firtoneyê di derya Îce de binav bû, di encamê de jî 4 kesan canên xwe ji dest dan

Qeyikeke penaberan binav dibe, 4 kes dixeniqin
Qeyikeke penaberan binav dibe, 4 kes dixeniqin

K24 – Navenda Nûçeyan

Qeyikeke penaberan li nêzîkî qeraxên Tirkiyê ji firtoneyê di derya Îce de binav bû, di encamê de jî 4 kesan canên xwe ji dest dan.

Qeyikeke penaberan îro 1 Mijdarê demjimêr 5an, ku zêdeyî 130 kesan li siwar bûbûn, dema dixwestin ji Sîvrîce Koyu ya Ayvacika Çanakkaleyê derbasî Grava Mîdîllî ya Yunanîstanê bibin, qeyika wan di derya Îca de binav bû û 4 kes xeniqîn û 130 kes jî hatin rizgarkirin.

Hat ragehandin ku piraniya penaberan xelkê Sûriyê û Efxanistan bûn. Li gor daxuyaniyên Hêza Parastina Peravê, 3 zarok û jinekê canên xwe ji dest dan û penaberên din jî bi hewldaneke zêde ji nav deryayê hatin derxistin.

Hat zanîn ku derbarê bûyerê de jî lêkolînan dest pê kiriye.