Demîrtaş: Hêvîdar im encamên hilbijartinê xêrê bi xwe re bînin

"ev hilbijaritin di warê siyasî de ji bo Tirkiyê rojeke dîrokî ye".

 Demîrtaş: Hêvîdar im encamên hilbijartinê xêrê bi xwe re bînin
Demîrtaş: Hêvîdar im encamên hilbijartinê xêrê bi xwe re bînin

K24- Stenbol

Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahadîn Demîrtaş piştî ku dengê xwe da, hêvî kir ku encamên wê xêrê bi xwe re bînin.

Îro, 1ê, Mijdarê demjimêr 10 Hevserokê HDPê Selahahttîn Demîrtaş li bajarê Stenbolê dengê xwe da. Demîrtaş di axaftineke kurt de got ku ev hilbijartina han di warê siyasî de ji bo Tirkiyê rojeke dîrokî ye.

Di van hilbijartinan de 175 hezar û 6 sindoq hatine danîn. Hejmara dengderan jî  54 milyon û 49 hezar û 940 e û 16 parî ketine pêşbirkeyê.

Demîrtaş bal kişand ser girîngiya vê hilbijartinê û hêvî kir ku encamên wê ji bo tevahiya Tirkiyê cihê kêfxweşiyê bin, ji ber heviya wan hemûyan aştî û aramî ye.