Kurdistan24
Nivîskar
Kosret Resûl: Hêvîdar im HDP dengên zêdetir bidest bixe
Peyamek arasteyî HDP kir û hêviya serkeftinê jê re dixwaze.
K24 - Navenda Nûçeyan
Cîgirê Yekem ê Sekreterê Giştî yê YNK di peyamekê de hêviya serkeftina HDP di hilbijartinên Tirkiyê de dixwaze.
Li gor malpera Rojnews, a ser bi PKK ve, Kosret Resûl Elî bi helkefta birêveçûna hilbijartinên Tirkiyê, peyamek arasteyî Partiya Demokratîk a Gelan kir.
Di peyama Kosret Resûl hatiye: “Hêvîdar im ku hilbijartin di nava hewayekî aram û demokratîk de derbas bibe. Hêvî dikim berbijêrên Kurd serketî bin û parlamentoyê bikin parastina gelan û daxwazên wan."
Di van hilbijartinan de 175 hezar û 6 sindoq hatine danîn. Hejmara dengderan jî 54 milyon û 49 hezar û 940 e û 16 parî ketine pêşbirkeyê.
Cîgirê Yekem ê Sekreterê Giştî yê YNK hêvî dike ku, HDP di van hilbijartinan de dengên zêdetir bidest bixe û wiha berdewam dike: “Bi dengdanê zemînê aştî, demokrasî û pêkvejiyanê li herêmê pêk bîne. Ji bo berdewamkirina pêvajoya aştiyê xebatên xwe berdewam bike. Da ku bikare li Bakurê Kurdistanê mafê rewa yê gelan bi dest bîne."
Di hilbijartinên 7ê Hezîranê de, HDP benda ji sedî 10 derbas kiribû.