Kurdistan24
Nivîskar
Tirkiye: Çavdêrên biyanî çavdêriya sindoqên hilbijartinê dikin
tê çaverêkirin ku li seranserî Tirkiyê beşdarbûna di hilbijartinê de zêde be.
K24-Navenda nûçeyan
Welatiyên Hekariyê di jêr çavdêriya çavdêrên biyanî de berê xwe dan ser sindoqan û dengê xwe didin.
Vê sibê li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê dengdanê saet 7ê sibehê dest pê kir û saet 5an jî bi dawî dibe.
Li gor hilbijartina 7ê Hezîranê, vê carê hejmara çavdêrên biyanî zêde ye, tê gotin ku sedema wê jî ew e tirs heye li bajarên Kurdan ji ber pirsgirêkên ewlekariyê rê li welatiyan bê girtin û nikaribin dengê xwe bikar bînin.
Herçiqas heta niha ne diyar e lê tê çaverêkirin ku li seranserî Tirkiyê beşdarbûna di hilbijartinê de zêde be.
Di van hilbijartinan de 175 hezar û 6 sindoq hatine danîn. Hejmara dengderan jî 54 milyon û 49 hezar û 940 e û 16 parî ketine pêşbirkeyê.