Kurdistan24
Nivîskar
Hevseroka HDP: Hilbijartin li ser gel hatiye ferizkirin
Daxwaza dike ku “di hilbijartinê de îrade û demokrasiyeke xurt derkeve.”
K24- Navenda Nûçeyan
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag piştî dengdayînê got ku, hilbijartin li ser wan hatiye “ferizkirin” daxwaza kir ku “di hilbijartinê de îrade û demokrasiyeke xurt derkeve.”
Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fîgen Yuksekdag li taxa Marmît a navçeya Tuşba ya Wanê Bakurê Kurdistanê) dengê xwe bikar anî.
Di van hilbijartinan de 175 hezar û 6 sindoq hatine danîn. Hejmara dengderan jî 54 milyon û 49 hezar û 940 e û 16 parî ketine pêşbirkeyê.
Piştî dengdayînê Yuksekdag got ku hilbijartinên 1'ê Mijdarê bi zorê hatiye ferzkirin û wiha axivî: "Di vî hilbijartina ku li ser me û gel hate ferzkirin daxwaza me ew e ku demokrasî derkeve (…) Daxwaza min ew e ku hemû hilbijartinên ku ji aliyê gel ve tên kirin ji aliyê siyasetê ve neyên şikandin.”
Hevseroka HDP balkişande ser wê yekê ku "li Wanê mirovan di bin pevçûnan de deng û îradeya xwe parast. Îro jî ez bawer dikim ku dê baweriya xwe ji bo demokrasiyê bi aweyeke herî baş binirxîne (…) Heke hilbijartinên 7'ê hezîranê tune nehesibandana gelê me di riya uk aştî mayînde bibe de dimeşiya. Îro ev rê bêhtir kirin rêwîtiyeke dijwartir. Piştî 1'ê Mijdarê bila riya me vekirî be."