Davutoglu: Tevî cudahiyan lê divê em silavê li hev bikin

Bang li welatiyên Tirkiyê dikeû ji wan xwest ku di nav aramiyê de biçin ser sindoqan

Davutoglu: Tevî cudahiyan lê divê em silavê li hev bikin
Davutoglu: Tevî cudahiyan lê divê em silavê li hev bikin

K24- Hewlêr

Serokwezîrê Tirkiyê Ahmed Davutoglu bang li welatiyên Tirkiyê kir û ji wan xwast ku di nav aramiyê de biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin.

Ahmed Davutoglu li bajarê xwe Konyayê dengê xwe de û daxuyaniyeke kurt da ragehandinê. Davutoglu got ku eger xwediyên nerînên cuda bin û di partiyên siyasî yên din de jî cîh bigirin divê bikaribin li derveyê sindoqan jî bo paşeroja demokrasiya welêt silavê li hev bikin û nêta xwe ya baş pêşan bidin.

Davutoglu bal kişand ser meseleya ewlekariyê jî û diyar kir ku heta niha tiştekî xirab çênebûye. Serokwezîr da zanîn ku dê axaftina balkonê ya piştî hilbijartinê jî li bajarê Stenbolê bike.

Di van hilbijartinan de 175 hezar û 6 sindoq hatine danîn. Hejmara dengderan jî  54 milyon û 49 hezar û 940 e û 16 partî ketine pêşbirkeyê.