Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê rêjeya dengdanê bilind dibe
tê çaverêkirin ku li gor hilbijartina 7ê Hezîrana borî zêdetir be.
Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê rêjeya dengdanê bilind dibe
K24- Navenda Nûçeyan
Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê vê sibê hevwelatî ligel hinek metirsiyan jî herikîn ser sindoqan û dengê xwe bikar anîn.
Li gor çavdêriya peyamnêrên Kurdistan24ê li piraniya bajarên Kurdî û yên din ên Tirkiyê rêjeya beşdarbûnê bilind e û tê çaverêkirin ku li gor hilbijartina 7ê Hezîrana borî zêdetir be
Heta niha herçiqas nayê texmînkirin ka dê belavbûna dengan bi ser partiyan de çawa be lê tê gotin ku li bajarên Bakurê Kurdistanê dê hevrikî di navbera AK Partî, HDPê û li bajarên din ên Tirkiyê jî di navbera AKP û CHPê de derbas bibe.