Erdogan: Emê rêz li viyana gel bigrin

Ew dê li Stenbolê proseyê bişopîne û çaverêyî encamên hilbijartinê bike.

Erdogan: Emê rêz li viyana gel bigrin
Erdogan: Emê rêz li viyana gel bigrin

K24- Navenda Nûçeyan

Serokomarê Tirkiyê dibêje ku, ew dê rêz li viyana gel di hilbijartinan de bigirin.

Îro, 1ê Mijdarê, danê nîvor Serokomarê Tirkiyê, Recep Teyip Erdogan beşdarî proseya dengdanê bû û dengê xwe li Konyayê bikar anî.

Piştî dengdayînê, Erdogan daxuyaniyek kurt da rojanmevanan û hêviya xweşî û xêrê ji gel re kir û got: “Emê rêz li viyana gel bigrin.”

Di van hilbijartinan de 175 hezar û 6 sindoq hatine danîn. Hejmara dengderan jî  54 milyon û 49 hezar û 940 e û 16 partî ketine pêşbirkeyê.

Erdogan herwiha hêviya serkeftinê ji karmednên ku serpereştiya proseya dengdanê re dikin, xwest.

Dawiyê jî Serokomarê Tirkiyê diyar kir ku, ew dê li Stenbolê proseya dengdanê bişopîne û çaverêyî encaman bike.