Evîn Şikakî
Reporter
Li Rûsyayê îro şînî ye
di vê rojê de wê hemû alayên li ser dezgehên hikûmî bên daxistin, herwiha hemû aheng û programên kêfxweşiyê li paşdikevin.
K24-Navenda Nûçeyan
Serokayetiye Rûsyayê roja Yekşemê weke roja şînê li ser qurbaniyên firokeya ku li Misrê ketibû xwar ragehand.
Duh, 31ê Cotmehê, firokeyeke bazirganî ya Rûsî ku 224 kes tê de bûn ji cura (Airbus) li sînorê bajarê Sîna ket xwarê.
Di daxuyaniyekê de Serokê Rûsyayê Vladimir Putin duh, 31ê Cotmehê yekşem weke roja şînê li seranserî Rûsyayê ragehand û di vê rojê de wê hemû alayên li ser dezgehên hikûmî bên daxistin, herwiha hemû aheng û programên kêfxweşiyê li paşdikevin.
Ji aliyeke din ve duh, 31ê Cotmehê, her yek ji Serokê Rûsyayê Vladimir Putin û Serokê Misrê Ebdulfetah Sîsî di pêwendiyeke telefonekî de behsa ketina firokeyê kirin.
Derbarê sedemên ketina firokeyên, Serokê Misrê Ebdilfetah Sîsî soza alîkariya pêwîst bo pisporên Rûsyayê da rayedarên wî welatî, herwiha sersaxî arasteyî Hikûmeta Rûsyayê kir.
Desteya firînê da zanîn ku ew firoke ji firokexanya Şerim el-Şêx ber bi firokexaneya Saintbitrsburgê ve difiriya.