Kurdistan24
Nivîskar
Ebadî pêşangeha Bexdayê ya Navdewletî vedike
Xula 42emîn ya Pêşangeha Bexdayê ya Navdewletî bi beşdariya 22 welatên Erebî û biyanî û tevî 590 kompaniyeyan hate vekirin
K24 – Navenda Nûçeyan
Xula 42emîn ya Pêşangeha Bexdayê ya Navdewletî bi beşdariya 22 welatên Erebî û biyanî û tevî 590 kompaniyeyan hate vekirin.
Serokwezîrê Iraqê, Heyder Ebadî, ligel çend berpirsyar û balyozan îro, 1 Mijdarê, berî nîvro, çalakiyên Xula 42emîn ya Pêşangeha Bexdayê ya Navdewletî di nava tedbîrên ewlekariyê vekir.
Rêveberê pêşangehê Casim el-Amirî ragehand ku, îsal pêşangeh dê gelekî cuda be ji ber beşdariyeke baş ji welatên û kompaniyên Erebî û cîhanê heye, herwiha dê cara yekem jî rêbera elektronîk bikar bê, bo kirêkirina kompaniyan ji holên pêşangehê re.
Wezîrê Bazarganiyê yê Iraqê jî diyar kir ku, 22 welatên Ereb û biyanî bi 590 kompaniyan tê de beşdar in, herwiha got jî ku ev pêşangeh derfeteke baş e ji kompanên pişikdar re bo firotana yekser ji kiryar re.
Pêşangeha Bexdayê ya Navdewletî salane birêve diçe, herwiha 10 rojan jî didome.