De Mistura li Şamê ligel Moelim dicive

Nûnerê Netewên Yekbûyî (NY) ji bo Sûriyê gihêşta Şamê û ligel Wezîrê Derve yê Sûriyê dicive.

De Mistura li Şamê ligel Moelim dicive
De Mistura li Şamê ligel Moelim dicive

K24 – Navenda Nûçeyan

Nûnerê Netewên Yekbûyî (NY) ji bo Sûriyê gihêşta Şamê û ligel Wezîrê Derve yê Sûriyê dicive.

Nûnerê NY ji bo Sûriyê Steffan De Mistura îro, 1ê Mejdarê gihêşte Şamê û ligel Wezîrê Derve yê Sûriyê Welîd Moelim civiya, dê heya sibe jî li Şamê bimîne, li gor ku nivîsgeha wî wezîrî ji AFP re ragehandiye.

Serdana De Mistura  piştî du rojn ji Hevdîtina Navdewletî ya Viennayê tê, derbarê krîza Sûriyê de, ya ku li ser gelek xalan ji bilî pêşeroja Esed li hev kirin çêbibû.

Rojnameya Weten a Sûrî diyar kir serdana De Mistura bo veguhastina gotûbêj û biryarên  ku di civîna Vienna 2 de çêbûne ji serkirdeyatiya Sûriyê re. Herwiha wê rojnameyê nîşan bi wê yekê kir ku nezelaliyek di serdana De Mistura de jî heye ji ber ku daxuyaniya Viennayê amaje bi destpêşxeriya wî derbarê Komên Kar de nekir.

De Mistura di 29 Tîrmeha borî de planek ji 4 komên kar pêşkêş kiribû, bo çareseriya krîza Sûriyê, bo aştî, têkbirina terorê, dosyên siyasî û qanûnî û jinûavakirina Sûriyê.

Daxuyaniya Vienna2 jî ku roja 30 Cotmehê hatibû belavkirin, amaje bi hikûmeteke veguhêz di mawa 6 mehan de û dariştina destûreke nû, piştre jî hilbijartinên giştî kiribû.