Kurdistan24
Nivîskar
Baluken: Ev hilbijartin ji bu çareserkirina pirsgirêkên Tirkiyê girîng e
ew çaverên e dengên xwe zêde bikin û ji bu pêkhatina koalisyonekî jî çi pêwistbe dê bikin.
K24-Amed
Parlamenterê rêza yekem yê Partiya Demokratîk a Gelan HDPê yê Amedê û berdevkê grûba HDPê Îdrîs Balûken, li dibîstana Yênîşehîr ya li Navçeya Bajarê nû dengê xwe bikaranî û got ku ev hilbijartin ji bu çareserkirina pirsgirêkên li Tirkiyeyê girîng e.
Balûken diyar kir ku ji aliyê ewlehiyê ve, pirsgirêk heta niha çênebûne, lê endamên hêzên taybet bi maskeyan li ber dibîstanan radiwestin û ew jî ji vî tiştî nerihetin.
Balûken diyar kir ku ew çaverên e dengên xwe zêde bikin û ji bu pêkhatina koalisyonekî jî çi pêwistbe dê bikin.
Herwiha Balûken li ser welatiyên bêbiryar ku rêjeya wan teqrîben ji sedî 30 e jî diyar kir ku wan biryara xwe dayê lê ji tirsa xwe eşkere bibêjin dê îro biryara xwe bi awayeke rast bikin.
Dengdayîn dê li Bakûrê Kurdistan heta 4-an û li Rojavayê Tirkiyeyê jî heta 5-an berdewam bike.