Kurdistan24
Nivîskar
Ocalan: HDP wê ji sedî 14ê dengan bidest bixe
“Eger HDP bendê derbasê neke, dê şerê navxweyî li Tirkiyê derkeve”
K24- Hewlêr
Birayê rêberê PKK, Osman Ocalan di wê baweriyê de ye ku HDP dê ji sedî 14ê dengan bidest bixe.
Osman Ocalan beşdarî bultena nûçeyan a Kurdistan24 ya îro, 1ê Mijdarê bû û behsa pirsa hilbijartinên Tirkiyê û beşdariya Kurdan tê de kir.
Di nêrîna Ocalan de, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) dê rêjeya dengên xwe di van hilbijartinan de zêde bike û dê rêjeya ji sedî 13-14ê dengan bidest bixe.
Ocalan dibêje jî ku, eger HDP bendê derbas neke “dê şerê navxweyî li Tirkiyê dest pê bike û çarenivîsa wê jî wek a Sûriyê lê were.”
Birayê rêberê PKK, Abdulla Ocalan, bal kişande ser hilbijartinên 7ê Hezîranê û got ku, ne HDPê xwe amade nekiribû ji bo ku tevlî proseya siyasî li Tirkiyê bibe, Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) jî nikarîbû xwe baş ji rewşê re amade bike û hevpeymaniyê ligel HDP pêk bîne.
Ocalan rexen li HDPê girt ku, armanca wê şikandina AKPê û Recep Teyib Erdogan e û derxistina desthilatê ji destê wê ye.
Navborî da zanîn jî ku, HDP û PKK ji hev cuda ne, lê belê kesên ku alîgiriya PKK dikin heman alîgirên HDP ne.