Li 32 bajaran dengdan bi dawî bû

Li 32 bajarên Rojhilatê Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê dengdayîn bi dawî bû û tê çaverêkirin ku di demjimêrên pêş de êdî encamên destpêkê derkevin.

Li 32 bajaran dengdan bi dawî bû
Li 32 bajaran dengdan bi dawî bû

K24 – Navenda Nûçeyan

Li 32 bajarên Rojhilatê Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê dengdayîn bi dawî bû û tê çaverêkirin ku di demjimêrên pêş de êdî encamên destpêkê derkevin.

Li Tirkiye îro welatî ji bo hilbijartina endamên Kabîneya Heyama 26an berê xwe dan ser sindoqan û dengê xwe dan. Bi tevahî 175 hezar û 6 sindoq hatibûn danîn û mafê dengdanê yê zêdeyî 54 milyon hilbijêr hebû.

Li hin bajar û bajarokên Bakurê Kurdistanê ku metirsiya ewlehiyê heye jî wê sindoqên dengan bi helîkopter û wesayîtên zirxpoş yên leşkerî, ji bo navendên hilbijartinê werin veguhestin.

Li gor fermana wezaretê, wê li cihên ewlehiya taybet, li her 10 kîlometran xalên kontrolê werin danîn, li derdora navendên dengdanê jî dê polîs û tîmên taybet li ser kar bikin.