Kurdistan24
Nivîskar
Dibe ku AKP bi tena serê xwe hikûmetê ava bike
HDP ji sedî 10.7 ê dengan bidest xistiye.
K24- Navenda Nûçe
Encamên destpêkê yên hilbijartinên Tirkiyê amajr bi serkeftina AKP dikin, HDP jî ji sedî 10.50 ê dengan bidest xistiye.
Hilbijartinên xula 26em a Parlementoya Tirkiyê duh, 1ê Mijdarê, li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê birêve çûn, mafê dengdanê yê zêdeyî 54 milyon dengderan hebû.
Bi tevahî 175 hezar û 6 sindoq hatibûn danîn. Li bajarên Bakur dengdan ji demijimêr 07:00 dest pê kiribû û li bajarên Tirkiyê jî demjimêr 08:00 bingehên dengdanê hatibûn vekirin.
Li gor ku hatiye ragehanin, heta niha ji sedî 92 ê sendoqan hatine vekirin, encamên wan jî bi vî awayî ne:
AK Partiyê ji sedî 49.36 (316 kursî), CHPyê ji sedî 25,43ê (134 kurdsî), MHP ji sedî 11.97ê (41 kursî) û HDPê ji sedî 10.50î (59 kursî) bidest xistiye.
Ev encam ne fermî ne û dê encamên fermî ji aliyê Desteya Hilbijartinan a Tirkiyê YSK ve bên ragehandin.
Ji bilî her 4 partiyên serek, 12 partiyên din jî di hevrikiya hilbijartinan de beşdar bûn.
Li gor wan encaman, AKP bi awayekî berçav dengên xwe zêdekirine û dibe ku bi tena serê xwe karibe hikûmetê pê bîne.
Di bermaber de HDP dengên xwe kêm kirine, bi berhevkirin ligel hilbijartinên 7ê Hezîranê.