Di teqîna Nisêbînê de kesekî canê xwe ji dest da

20 kesên din birîndar bûne.

Di teqîna Nisêbînê de kesekî canê xwe ji dest da
Di teqîna Nisêbînê de kesekî canê xwe ji dest da

K24- Navenda Nûçeyan

Li qezaya Nisêbînê ya Mêrdînê di marketekê de teqîn çêbû û di encam de kesek mir û 20 jî birîndar bûn.

Şevê din li Nisêbînê di marketekê de teqîn çêbû û malên di qatên ser marketê de jî bi alîkariya tîmên agirvemirandinê di balkonê re hatin derxistin.

Bûyer li Taxa Selahedîn Eyûbî di marketekê de çêbû û 20 kes birîndar bûn û kesekî jî canê xwe ji dest da. Piştî teqînê agir derket û piştî du demjijmêran heta agir hat vemirandin.

Heta niha nayê zanîn ka sedema teqînê çi bûye û hat ragehandin ku derbarê bûyerê de lêkolînan dest pê kiriye û birîndar jî bo nexweşxaneya qezayê hatin veguhestin.