Kurdistan24
Nivîskar
Rêberê Qaîde daxwazekê ji radîkalên Sûriyê dike
Tomareke dengî li ser internetê belva kiriye û daxwaza şerê li dijî Rûsya û Amerîka dike.
K24- Navenda Nûçeyan
Rêberê rêxistina Qaîde, Aymen el-Zewahirî, daxwaz ji şaxê wê rêxistinên yê li Sûriyê û DAIŞê dike ku “li dijî dagîrkariya Rûsya û Amerîkayê” bibin yek.
El-Zewahirî di tomareke dengî de ku duh, 1ê Mijdarê, li ser inernetê hatiye belavkirin dibêje: “Rûsî û Amerîkî û Îranî û (Taîfeya) Ewelî û Hizbulla li hevahengiyê di şerê yê li dijî me de dikin, gelo zehmet e em şerê di navbera xwe de rawestînin û hemû hewldanên xwe arasteyî wan bikin?”
Piştî avakirina hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞê, ji 30ê Îlona borî ve firokeyê Rûsî jî pêgehên wê rêxistinê li Sûriyê bombebaran dikin.
Eniya el-Nusrayê wek şaxê rêxistina Qaîde li Sûriyê tê naskirin. Lê di destpêka Îlonê de, Zewahirî ragehandibû ku ti rewatî ji DAIŞê û rêberê wê Ebû Bekir Bexdadî re nîne û bi zimanekî tûj rexne lê girtibû.
Rêberê Qaîde di tomara xwe ya dengî de bang li hemû grûpên “cîhadî” dike ku “ji Tirkstana rojhilat û heta Mexriba Islamê li dijî hevpeymaniya” Amerîka û Rûsyayê “rawestin.”
Heta niha jî dema tomarkirina dengê Eymen el-Zewahirî nehatiye naskirin.