Rûsya: Lêkolîn dê sedemên ketina firokeyê derxin

DAIŞ dibêje ku wê ew firoke xistiye xwar

Rûsya: Lêkolîn dê sedemên ketina firokeyê derxin
Rûsya: Lêkolîn dê sedemên ketina firokeyê derxin

K24- Navenda Nûçeyan

Rûsya radigehîne ku, wê sedemên ketina firokeya Rûsî di lêkolînan de eşkere bibin, DAIŞ jî diyar dike ku wan ew firoke xistiye xwarê.

Roja 31ê Cotmehê, firokeyeke bazirganî ya Rûsî li esmana navçeya Sîna ya Misirê hatibû xwarê.

Grûpa bi navê “Wîlayeta Sînayê” ku xwe ser bi rêxistina Dewleta Islamî ya radîkal (DAIŞ) ve dide naskirin, berpirsiyariya xwe ji xistina xwar a wê firokeyê ragehandibû.

Lê rêveberê cîbicîkar ê komîteya firînê ya hevbeş li Rûsyayê, Victor Sorotchenko diyar kir ku “piştî lêkolînan dê sedemên ketina firokeyê bên eşkerekirin.”

Sorotchenko got ku, paşmayên firokeyê li ser rûbereke berfereh “20 KMên çargoşe” belav bûne.

Li gor amarên fermî, di wê firokeya Rûsî ya ji cure (Airbus312) de, 224 kes hebûn, di nav wan de 17 zarok û 7 endamên tîma firokeyê hebûn.