Yezdanpena: Firokeyek Iraqî Pêşmergeyan bombebaran dike

Êrîş li ser pêgehên Pêşmerge li eniya rojavayê Kerkûkê hatine encamdan

Yezdanpena: Firokeyek Iraqî Pêşmergeyan bombebaran dike
Yezdanpena: Firokeyek Iraqî Pêşmergeyan bombebaran dike

Soran Kameran- Kerkûk

Ev bû 3 car ku firokeyeke şerker êrîşê pêgehên Pêşmergey li sînorê Kerkûkê dike, fermandarek jî dibêje “firoke Iraqî ye.”

Êrîşên li dijî pêgehên Pêşmergeyên Partiya Azadî ya Kurdistanê (Rojhilat) li eniya rojavayê Kerkûkê ye.

Fermandarê Pêşmegeyên PAK li eniya Rojavayê Kerkûkê, Hisên Yezdanpena hişyarî da firokeyên Iraqê ku eger bê hemahengî ligel wan li sînorê wê navçeyê bifirin, ew dê teqe li wan bikin.

Hisên Yezdanpena ji K24 re got: “Em piştrast in ku ew firoke Iraqî bû, lê nizanin firokevan Iraqî bû yan Îranî.”

Serperştiyarê eniya rojavayê Kerkûkê, Kemal Kerkûkî jî serokatiya civîneke taybet bi wê bombebaranê kir, diyar kir jî ku, wan Serokê Herêma Kurdistanê ji wê bûyerê agehdar kirine.

Herwiha Kerkûkî ji K24 re diyar kir ku “Iraq dibêje ew firoke ne ya wan e, hevpeymaniya navdewletî jî wiha dibêje, naxwe ev firoke ya kî ye?”

Navborî daxwaza pêkanîna komîteyekê bo lêkolîn li ser wê bûyerê kir “ji bo ku ziyanê digehîne Pêşmergeyan.”

Bombebarana pêgehên Pêşmergeyan di 3 rojên borî de bû.

Ev heyama salekê ye ku Pêşmergeyên PAK li Kerkûkê şerê DAIŞê dikin û navçeyê diparêzin.