Kurdistan24
Nivîskar
YE alîkariya penaberên Sûrî yên li Urdinê dike
alîkariyên YE bo penaberên Sûriyê bi giştî geheştiye198 milyon dolar.
K24-Navenda nûçeyan
Komisyona Yekîtiya Ewropayê ya Alîkariyên Mirovî 28 milyon euro bo panberên Sûrî yên li Urdinê dimînin terxan dike.
Komisyarê Yekîtiya Ewropayê, Christos Stylianides di daxuyaniyekê de duh, 1ê Midarê, ragehand ku Yekîtiya Ewropayê 28milyon euro weke alîkariyeke zêdetir bo panebarên Sûrî yên li kampa el-Zaterî dimînin terxan kiriye.
Stylianides di dema serdana xwe de li kampên penaberan li Uridinê da zanîn ku ji destpêka krîza Sûriyê ve û heta niha, alîkariyên YE bo penaberên Sûriyê bi giştî geheştiye198 milyon euro.
Komisyarê Ewropî diyar kir, ji ber ku kirîza Sûriyê sala xwe ya pêncê derbas kir pêwîstiya penaberan bi alîkariyê zêdetir heye.
Li gor amarên NUHCR li Urdinê zêdetir ji 1 milyon û 400 hezar penaberên Sûrî li Urdinê hene.