Proseya şandina petrola Iraqê bo bendera Ceyhanê tê rawestan

Iraqê nikarî pêbendî girêbestên ku ligel kiryaran îmze kiribû, bibe.

 Proseya şandina petrola Iraqê bo bendera Ceyhanê tê rawestan
Proseya şandina petrola Iraqê bo bendera Ceyhanê tê rawestan

K24-Navenda Nûçeyan

 

Wezareta Petrola  Iraqê ragehand ku, şandina petrola Iraqî bi rêye bendera Ceyhan a Tirkî bi temamî hatiye rawestandin.

Berdevkê Wezareta Petrolê ya Iraqê Asim Cîhad di daxuyaniyekê de duh, 1ê Midarê, sedema rawestanana proseya şandina petrolê bi rêya bendera Ceyhan dixe Stûyê Herêma Kurdistanê de û dibêje ku “ew pêbendî rêkeftina ligel Bexdayê nebûye.”

Ji ber briîna budce û mûçeyên Herêma Kurdistanê ji Sibata 2014an ve ji aliyê Iraqê ve, ji 14ê Hezîrana Îsal ve Hewlêr petrola xwe bi awayekî serbixwe dişîne derve.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê red dike ku ti qasekî petrolê radestî kompaniyeya bibazarkirina petrola Iraqê (SOMO) li bendera Ceyhanê bike.

Lewma Iraqê nikarî pêbendî girêbestên ku ligel kiryaran îmze kiribû, bibe.

Niha Herêma Kurdistanê rojane nêzîk 640 herzar bermîl petrol bi rêya bendera Ceyhanê dişîne bazarên cîhanê.