Kurdistan24
Nivîskar
Li Herdanê planeke 4 xwekujên DAIŞê hatin kuştin
Çekdarên DAIŞê biniyaz bûn êrîşekê li ser pêgehên Pêşmerge li eniya Herdanê pêk bînin, lê hewla wan hat pûçkirin.
K24- Dihok
Çekdarên DAIŞê biniyaz bûn êrîşekê li ser pêgehên Pêşmerge li eniya Herdanê pêk bînin, lê hewla wan hat pûçkirin.
Peyamnêrê Kurdistan24 li eniya Herdanê ragehand ku serê sibeha îro, 2ê Mijdarê, 4 xwekujên DAIŞê xwastin xwe di nav pêgehên Pêşmergeyên Kurdistanê de biteqênin.
Peyamnêrê me li ser zarê fermandarekî Pêşmerge li wê eniyê veguhest ku, 3 xwekuj ji aliyê Pêşmerge ve hatina kuştin û niha termê wan di deteser kirine û xwekujê çaran jî birîndar e.
Li gor wî fermandarê Pêşmerge, DAIŞ biniyaz bû piştî ku ew xwekuj xwe biteqênin, êrîşeke mezin bibin ser Pêşmergeyan, lê plana wan hat pûçkirin.
Bajarokê Herdan ser bi nahiyeya Sinûnê ya Şingalê ve ye.