Kurdistan24
Nivîskar
Îran: Heger Gotûbêjên Aştiyê ne avakî bin emê jê vekişin
Îran dê ji gotûbêjên aştiyê derbarê Sûriyê de vekişe heger jê re xuya bû ku ne bi şêweyekî avakî ye.
K24 – Navenda Nûçeyan
Îran dê ji gotûbêjên aştiyê derbarê Sûriyê de vekişe heger jê re xuya bû ku ne bi şêweyekî avakî ye.
Li gor ku “Iranian Students' News Agency” îro 2 Mijdarê li ser zarê Cîgirê Wezîrê Derve yê Îranî Emîr Ebdulahiyan ragehandiye, ku Îran dê ji gotûbêjên aştiyê derbarê Sûriyê de vekişe heger jê re xuya bû ku ne bi şêweyekî avakî be.
Civîna Vienna-2 bi beşdariya Neteweyên Yekbûyî, Yekîtiya Ewropa û 17 welatan roja 30ê Cotmehê, hatibû lidar xistin, Îran jî jib o cara yekem ji destpêka kirîza Sûriyê 2011 de beşdar dibe.
Herwiha li gor wê ajansê, Ebdulahiyan gotiye ku “Gera yekem ji gotûbêjan hin welatên Erebî û bi taybet Siudiyê roleke nerînî û ne avakî lîstibû heger gotûbêjên aştiyê wisa derbas bibin, Îran careke din beşdar nabe.”
Wezîrê Derve yê Erebistana Siudiyê Adil Cubêr roja 31 Cotmehê, Cubêr ku beşdarî kongreya “Gotûbêjên Menamayê” ya asayişa herêmî bûbû, got ku, divê Îranê demekê ji bo çûna Esed ji ser desthilatê diyar bike, herwiha hemû hêz û mîlîşiyayên xwe ji Sûriyê vekişêne.