Parlamentoya Iraqê rê li ber Ebadî digre

Parlamentoya Iraqê biryara ne bikaranîna deshilatdariya Dadwerî û ya Cîbicîkar pesend dike

Parlamentoya Iraqê rê li ber Ebadî digre
Parlamentoya Iraqê rê li ber Ebadî digre

K24-Bexda

Parlamentoya Iraqê biryara ne bikaranîna deshilatdariya  Dadwerî û ya Cîbicîkar pesend dike.

Parlamentoya Iraqê di civîna xwe ya 34 de  ku ji 225 perlamentoyan pêk dihat biryara da ku nabe hikûmet biryarên giring bide bê ku li parlamentoyê vege (desthilatdariya Dadwerî û ya Cîbicîkar).

Pesindkirina Parlamentoyê di demekê de tê ku di Tebaxa borî de Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî li gor belgeya xwe ya çaksaziyê cîgirên her sê serokatiyan durxistibûn, herwiha meaşên wan jî kêmkirbûn.

Biryare ew di wê civînê de Parlementoya Iraqê gelek babetên din jî gotûbêj bike ji wan jî yasaya destnîşankirina wîlayeta her sê serokatiyan.