Kurdistan24
Nivîskar
Tevgera Goranê bi niyaz e civîna Perlematoyê li Silêmaniyê lidar bixe
Fraksiyona Tevgera Goranê heta niha Yosif Mihemed wek Serokê Perlemantoyê dizane û hewl dide ku civîneke Perlemantoyê li bajarê Silêmamiyê lidar bixe
K24 – Hewlêr
Fraksiyona Tevgera Goranê heta niha Yosif Mihemed wek Serokê Perlemantoyê dizane û hewl dide ku civîneke Perlemantoyê li bajarê Silêmamiyê lidar bixe.
Li gor zanyariyên K24ê ku, firaksoyana Tevgera Goranê bi piştebestin bi peyrewa navxwe ya Perlemantoya Kurdistanê dixwaze civîneke asayî yê Perlemantoyê li bajarê Silêmaniyê lidar bixe, heger rêjeya yasayî yê perlemantoyê temam bibe.
Herwiha di nêrîna Goranê de hîn Yosif Mihemed Serokê Perlemantoya Kurdistanê ye, rewatiya xwe ji xelkê wergirtiye û di posta xwe de berdewam e.
Fraksiyona Partiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanî (YNK) dibêje ku lidarketina vê civîna perlemantoyê di vê demê de, dê nakokiyan kûrtir bike û hemû hewlên guftûgoyan têk bibe.
Fraksiyona Komeleya Îslamî li dijî lidarketina civînan li derveyî avahiya Perlemantoya Kurdistanê ye, lê Yosif Mihemed wek serokê rewa yê perlemantoyê dibîne. Komele pêşniyar dike heger Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) berdewam be bi rêgirtina hatina Yosif Mihemd bo Hewlêrê, civîna bê ya perlamantoyê li bajarê Kerkûkê birêve biçe.
Nûnerên Tirkman û Xiristiyan di perlemantoya Kurdistanê de jî red dikin ku beşdarî ti civînan li derveyî Hewlêrê bibin.
Ji aliyê xwe dî, Fraksiyona PDK hewl dide civîna bê ya Perlemantoyê bi serokatiya Cafer Îbrahîm lidar bixîne û ligel fraksiyonên din yên perlemantoyê pirsa Serokatiya Perlemantoyê yekalî bike.