Dîlekî DAIŞê bû parlementerê Tirkiyeyê

Serkonsolê berê yê parêzgeha Musilê yê Tirkiyeyê yê ku sala par dîlê DAÎŞê bû niha parlementerê bajarê Erdaxanê ye

Dîlekî DAIŞê bû parlementerê Tirkiyeyê
Dîlekî DAIŞê bû parlementerê Tirkiyeyê

K24 – Navenda Nûçeyan

Serkonsolê berê yê parêzgeha Musilê yê Tirkiyeyê yê ku sala par dîlê DAIŞê bû niha parlementerê bajarê Erdaxanê ye. Ew niha ji ber encamên hilbijartinê kelecan û kêfxweş e.

Serkonsolê parêzgeha Musilê Ozturk Yilmazê ku ji aliyê DAIŞê ve hatibû revandin û 101 roj desteser bûbû, ji bajarê Erdaxanê bû parlementerê Partiya Gel a Komarê CHPê. Yilmaz ji ber encamên hilbijartinê kêfxweşiya xwe îro 2 Mijdarê ji rojnamevanan re ragehand ku, wî ji beriya hilbijartinê di mitînga xwe ya yekemîn de serkeftina xwe çaverê kiribû.

Yilmaz got jî: “Piştî ku ez bûm namzet û hatim Erdaxanê me mitîngek lidar xist. Di wê mitîngê de min gotibû: ``Min kar kir.`` Hin hevalên min pirsiyar kiribûn. Ji bo vê gotinê ma hîn ne zû ye? Ji ber ku ez xelkê vê herêmê nas dikim. Rih û dilê wan dizanim. Lewma min dizanîbû ez ê serbikevim.”

Yilmaz da zanîn, wan ne tenê parlementeriya ku di hilbijartinên 7ê Hezîranê de winda kiribûn bidest xistine, herwiha dengên CHPê jî bi awayeke berbiçav zêde kirine.

Serkonsolê Musilê yê berê Yilmaz di gel 48 hevkarên xwe sala par dîl ketibûn destê DAIŞê. Ew piştî 101 rojan azad bûbûn. Serokê CHPyê Kemal Kiliçdaroglu ji wî daxwaz kiribû ku dev ji karê xwe berdê û bibê berbijêrê parlementoyê.