Kurdistan24
Nivîskar
Peyamnêrê K24ê di romalkirina şerê başûrê Hesekê de birîndar dibe
Peyamnêrê K24ê li bajarokê Holê li başûrê rojhilatê Hesekê gava nûçeyên şer û pevçûnan dişopand birîndar bû.
K24 – Qamişlo
Peyamnêrê K24ê li bajarokê Holê li başûrê rojhilatê Hesekê gava nûçeyên şer û pevçûnan dişopand birîndar bû.
Peyamnêrê K24ê Ekrem Salih îro 2 Mijdarê li Holê ya başûrê rojhilatê Hesekê di romalkirina şerê di navbera Hêza Sûriyaya Demokratîk û çekdarên DAIŞê de birîndar bû.
Li gor serokê nivîsgeha K24ê Heybar Osman ku, peymnêrê K24ê ji encama teqîna otombîlekê li Holê di lingê xwe de birîndar bûye, niha jî ji bo nexweşxaneyê tê veguhastin, li gor zanyariyê destpêkê ku ti metirsî li ser jiyana wî tune ye.
Ev bû 2 roj ku Hêzên Sûreyeya Demokratîk dest bi operaysonekê li derdora Hesekê kirine. Berdevkê Hêzên Sûreyaya Demokratîk,Lewend Rojava îro ji K24ê re diyar kir jî ku, operasyon li du eniyan birêve diçe “eniya rojhilat-başûrê Til Hemîsê ku 3 gund hatine rizgarkiirn û eniya başûr-rojhilatê Hesekê ku 8 gund” ji dest çekdarên DAIŞê rizgar kirin.