Wezîrên Derve û Bergîriyê yên Swêdê digehin Hewlêrê

Wezîrê Derve û yê Bergîriyê yên Swêdê gihêştin Hewlêrê û dê ligel berpirsên pilebilind ên Kurdistanê bicivin.

Wezîrên Derve û Bergîriyê yên Swêdê digehin Hewlêrê
Wezîrên Derve û Bergîriyê yên Swêdê digehin Hewlêrê

K24 – Hewlêr

Wezîrê Derve û yê Bergîriyê yên Swêdê gihêştin Hewlêrê û dê ligel berpirsên payebilind ên Kurdistanê bicivin.

Werîzra Derve ya Swêdê Margot Wallstrom û Wezîrê Parastina Swêdê Peter Hultqvist îşev 2 Mijdarê li firokxaneya Hewlêrê ji aliyê Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve yê Kurdistanê Felah Mistefa, Wezîrê Navxwe Aştî Hewramî û Wezîrê Pêşmerge bi wekalet Kerîm Şingalî ve hatin pêşwazîkirin.

Li gor zanyariyan, biryar e her du wezîrên Swêdî bi Serokê Başûrê Kurdistanê Mesûd Barzanî û Serokwezîrê Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re bicivin, derbarê çawaniya alîkarî û rahênana Hêza Pêşmerge bikin di şerê li dijî DAIŞê de.

Her du wezîrên Swêdî berya Hewlêrê îro gihêştibûn Bexdayê li gel Serokê Iraqê Fûad Masûm, Wezîrê Derve yê Iraqê Îbrahîm Caferî û Serokê Perlemantoya Iraqê Selîm Ciborî civiya bûbûn.