Kurdistan24
Nivîskar
De Mistura daxwaza agirbestê li Sûriyê dike
Li Şamê ligel Wezîrê Derve hûrgliyên civîna Viennayê gotûbêj kirine
K24- Navenda Nûçeyan
Nûnerê Navdewletî li Sûriyê, Staffan De Mistura daxwaza agirbestê li her du aliyê krîzê dike.
De Mistura di dawiya serdana xwe ya bo Şamê de ji rojnamevanan re ragehand ku, dê agirbest “cudahiyeke mezin” çêbike û amajeyekê bide ku gelê Sûriyê “ketiye bin bandora civîna Viennayê.”
De Mistura li Şamê ligel Wezîrê Derve yê Sûriyê, Welîd Muelim civiya bû, piştî du rojan ji civîna Viennayê ya ku 17 welat ligel Yekîtiya Ewropa û Neteweyên Yekbûyî têde beşdar bûn.
Nûnerê Navdewletî tekez kir ku, di hevdîtinê de behsa hûrgiliyên civîna Viennayê kiriye, ji ber ku ne rejîm û ne jî opozîsyona Sûriyê têde beşdar bûn.
Di civîna Viennayê de, aliyên beşdar li ser destpêkirina proseya siyasî. Hilbijartin û agirbestê û çend xalên din lihev kirin, lê hê li ser çarenivîsa Esed nakokî hene.