AKP li Stenbolê dengê xwe ji sedî 8 zêde kirine

HDP, MHP û CHP li wê herêmê dengê xwe kêm kirine.

AKP li Stenbolê dengê xwe ji sedî 8 zêde kirine
AKP li Stenbolê dengê xwe ji sedî 8 zêde kirine

K24- Stenbol

Di hilbijartina Parlementoya Tirkiyê de li Stenbolê AK Partî li gor hilbijartina 7'ê Hezîranê rêjeya dengê xwe ji sedî 8 zêde kir û bêhtirî 5 milyon deng stend. Hejmara parlamenterên CHP, MHP û HDP jî li vî bajarî daket.

Bajarê Stenbolê ku zêdetirî 10 milyon dengder lê hene bi 88 parlamenteran tê temsîlkirin. Di vê hilbijartina 1'ê Mijdarê de li gor zanyariyên nefermî, li Stenbolê 9 milyon û 266 hezar û 676 hezar deng hatine bikaranîn.

AK-Partî, li Stenbolê li gor hilbijartina 7'ê Hezîranê, dengê xwe ji %8 zêde kir û 46 parlamenter bi dest xistin û bû partiya yekem. CHP 28, HDP 8 MHP 6 kursî bi dest xistin. Rojnamevan Murat Ozdemir da zanîn, Ak Partî ji ber derfet û pêkanîna kampanyayên baştir bi ser ketiye.

Rêjeya dengê HDPê li navçeyên weke Şîşlî, Nîşantaşi, Esenler û Etîlerê li gor hilbijartina 7'ê Hezîranê gelek kêm bûye. Hejmara parlamenterên HDP'ê berê 11 bû, lê niha ev hejmar dakete 8'an.

Nivîskar Mufîd Yuksel, li ser encamên herdu hilbijartinên dawî got, 'Sedemên daketina dengên HDP'ê bûyerên terorê ne.'

Li herêma yekem a Stenbolê berbijêrê HDP'ê Turgut Oker bi 150 dengan, li herêma seyemîn jî Alî Kenanoglu bi 350 dengan mafê parlemanteriyê ji dest daye. Rayedarên HDP'ê li gelek navçeyên Stenbolê ji bo jinûve jimartina dengan, serî li desteyên hilbijartinê yên bajarokên 3 herêmên hilbijartinê dan ku dixwazin wan parlamenteran vegerînin ser HDP'ê.