Kurdistan24
Nivîskar
Serokên partiyan li Tirkiyê daxuyaniyên cuda li ser hilbijartinan didin
AKP serkeftinek berçav bidest xist û dê bi tena serê xwe hikûmetê ava bike
K24- Enqere
Piştî zelal bûna encamên hilbijartinên parelementeriyê li Tirkiyê, serokên 4 partiyên sereke daxuyaniyên cuda dan, lê tekez li ser rêzgirtin li viyana gel kirin.
Hilbijartinên dûbareya 7'ê Hezîranê encameke cuda derxiste holê, AK PARTİyê ku di encama hilbijartinên hezîranê de destlihatdariya xwe ya 13 salan ji dest berda bû, di wan hilbijartinan de bi rêjeyek mezin dîsa bû şiyana Tirkiyeyê. serokwezîr Ahmet Davutoglu kêyfxweşiya xwe bi van gotinan anî ziman
Serokê AKP, Ahmed Davutoglu piştî derketina encamên destpêkê got: "Em gavekê paş, ji demokrasiyê, wekheviyê û şefqatê navêjin. Me peyama gele xwe wergirt û ya pêwist kir. Em ên toyên hezkirinê li wan axan biçînin."
Di Partiya Gel a Komar de atmosferek xemgîn hebû. Kiliçdaroglu li ser pisyara ku dê îstîfa bike yan na bersivek wiha da: "Em partiyek demokratik in. Ji lijneya me ya birêvebir ya navendî, biryarek çawa derbikeve dê bê sepandin."
Hevserokên HDPê li ser hilbijartinan nirxandinek kurt pêk anîn. Demirtaş diyarkir ku HDPê wek sêyemin partiya parlamentoyê ye û dê di parlamentoyê de wek opoziyoneke bihêz tevbigerin
Selaheddîn Dermirtaş wiha ji çapemeniyê re axifî: "Di nav ew şert û mercên zehmet de me dîsa jî 60 parlamenter şandin parlamentoyê. Ew bo me serkeftineke, em qet xemgîn nînin"
Ji Partiya Tevgera Neteveperwer heya niha tu daxuyanî nehatiye dayîn. Gelo Kêmbûna dengên MHPê yên bo AK partiyê wê rojên pêşiya me bandorekî çawa li ser siyaseta rastgiran bike? û AK PARTİ dê hikûmetek çawa damezrîne bersiva wan pisyaran em ên di rojên pêşiya me de bibinin.