Kurdistan24
Nivîskar
Sefîn Dizeyî: Hêvîdarim encamên hilbijartinên Tirkiyê bibin sedema aramiyê
Heta niha encamên fermî nehatine ragehandin
K24- Hewlêr
Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Sefîn Dizeyî hêvî dixwaze ku encamên hilbijartinan bibin sedema aramiyê li Tirkiyê.
Sefîn Dizeyî di daxuyaniyekê de ji K24 re duh, 2ê Mijdarê, ragehand ku, hilbijartinên Tirkiyê di hewayek aram de birêve çûne.
Hilbijartinên Tirkiyê roja 1ê Mijdarê li seranserê Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê birêve çûbûn.
Heta niha encamên fermî nehatine ragehandin, lê encamên nefermî amaje bi serkeftina AKP dikin.
Dizeyî derbarê encaman de got ku, ew hêvî dike ku encamên hilbijartinan bibin sedema aramî û aştiyê li Tirkiyê.
Her yek ji HDP, MHP dengê xwe bi awayekî berçav kêm kirine, lê CHP dengê xwe ji hilbijartinên 7ê Hezîranê zêdetir kirine.