Amerîka daxwaza hewldanên zêdetir ji Rûsyayê dike

ne tenê piştgiriya Esed.

 Amerîka daxwaza hewldanên zêdetir ji Rûsyayê dike
Amerîka daxwaza hewldanên zêdetir ji Rûsyayê dike

K24-Navenda Nûçeyan

Wezareta Deve ya Amerîkayê bo dîtina çareseriyekê li Sûriyê daxwaza hewldanên zêdetir ji Rûsyayê dike ne tenê piştgiriya Esed.

Civîna Vienna-2 bi beşdariya Neteweyên Yekbûyî, Yekîtiya Ewropa û 17 welatan roja 30ê Cotmehê, hatibû lidar xistin, Îran jî ji bo cara yekem ji destpêka kirîza Sûriyê 2011 de beşdar dibe.

Di hevpeyvînekê de Wezîrê Derve yê Amerîkayê John Kerry duh, 2ê Mijdarê ragehand ku  pêwîste Rûsya bo dîtina çareseriyekê alîkariyê xwe zêdetir bike yan jî bila tenê piştgiriya Esed bike.

Kerry  diyar kir ku  eger babet tenê bi rêjîma Sûriyê ve girêdayî be ew yeke jî piroblemeke.

Ji aliyek din ve û Li gor “Iranian Students' News Agency” duh 2ê Mijdarê li ser zarê Cîgirê Wezîrê Derve yê Îranî Emîr Ebdulahiyan ragehandibû, ku Îran dê ji gotûbêjên aştiyê derbarê Sûriyê de vekişe heger jê re xuya bû ku ne bi şêweyekî avakî be.