Beşîr Atalay: Kilîla proseya çareseriyê di dest Ak Partî de ye

"damezrênerên proseya aştiyê Ak Partî ye"

Beşîr Atalay: Kilîla proseya çareseriyê di dest Ak Partî de ye
Beşîr Atalay: Kilîla proseya çareseriyê di dest Ak Partî de ye

K24-Navenda Nûçeyan

Parlamentarê Ak Partî yê bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê Beşîr Atalay ragehand ku damezrênerên proseya aştiyê Ak Partî ye û çarenivîsa proseyê jî di destê Ak Partiyê de ye.

Cîgirê Serokwezîrê Tirkiyê Beşîr Atalay ku di hilbijartina dawî de bû Parlamenterê Wanê di daxuyaniyekê de duh, 2ê Mijdarê  encamên hilbijartinan nirxand.

Atalay got Ak Partî careka din tekez kirye  ku ew partiya tevahiya Tirkiyê ye û çareseriya aramî û tenahiya Tirkiyê jî di destê wan de ye.

Parlamenterê Wanê diyar kir ku ewê sozên ku beriya hilbijartinan dane gel, bi cîh bînin û pirsgirêkên Tirkiyê çareser bikin.