Li Farqînê dîsan qedexeya hatin û çûnê dest pê kir
bi bihaneya ku alîgirên PKKê xendek kolane û astengan ji çûn û hatina hêzên ewlekariyê re çêdikin
Li Farqînê dîsan qedexeya hatin û çûnê dest pê kir
K24-Amed
Piştî hilbijartinên li bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê dîsan li sê taxên qezaya Farqînê ji saet 5ê sibehê ve derketina ji derve hat qedexekirin.
Di daxuyaniyekê de duh, 2ê Mijdarê, Qeymeqamiya Farqînê, bi bihaneya ku alîgirên PKKê xendek kolane û astengan ji çûn û hatina hêzên ewlekariyê re çêdikin, li taxên Tekel, Konak û Mescîdê heta biryareke din derketina ji derve qedexe kir.
Roja 18ê Cotmeha borî jî li heman taxan derketina ji derve hatibû qedexekirin û 21ê mehê qedexe hatibû rakirin.