Kurdistan24
Nivîskar
Li Farqînê welatiyek hat kuştin
di şerê navbera polîsên Tirk û alîgirên PKKê de
K24-Amed
Li qezaya Farqînê ya Amedê di şerê navbera polîsên Tirk û alîgirên PKKê de welatiyekî sivîl hat kuştin.
Îro, 3ê Mijdarê li sê taxên Farqînê ser bi bajarê Amedê ya Bakurê Kurdistanê ji saet 5ê sibehê ve derketina ji derve hatibû qedexekirin.
Piştî qedexeyê li qezayê şer û pevçûn derket û di encam de welatiyek bi navê Muslim Teyar hat kuştin.
Qeymeqamiya Farqînê, bi bihaneya ku alîgirên PKKê xendek kolane û astengan ji çûn û hatina hêzên ewlekariyê re çêdikin, li taxên Tekel, Konak û Mescîdê heta biryareke din derketina ji derve qedexe kiribû.
Roja 18ê Cotmeha borî jî li heman taxan derketina ji derve hatibû qedexe kirin û 21ê mehê bi dawî bûbû.